Yaşam

John Berger: Me çi dî çi nedî

Min şergele dî ji xwe bawer dimeşiyan. Min evîna azadiyê di lisan da çawa dikir gupegup dî. Min dî wêrekbûna dayikan û keçan. Min dî dawiya zordestên hov. Min dî şervanên şilf û tazî çawa kûçeyên teng kir meydan û qada xwebûne. Min dî li Rojavayê çawa kêlî bi kêlî mirovahî sınır neqişkirin. Min dî li esmanên welat bi olanên ciwanan dikir guregur. Min dî li Rojhilatê kal û zarok çawa li ber xwe dan. Min dî huner û wêjeya me di kîjan rêyên dijwar da derbas bû. Min dî dost û şirîkên tinekirina me. Min dî parsekên do îro li ser ax û welatê me bûn kûjerên me. Min dî av û darên me di bin destên wan de ziwa û çilmisî. Min dî tirsa ku di lisana hovan de xwe peyda kiriye. Min dî piştî ketinê rabûna bêhempa. Min dî guliyên şewitî bi hêza hezkirinê xwe rengo rengo afirand. Min dî jinên ku dinya girt û bernedan. Min dî kelam û peyama pêşaroje çawa bi cîh anîn. Piştî çend salan bi wextê xwe kin bi navaroka xwe jî dîrokî û zehmet bû. Jiyîna vê demê bi rastiyên xwe yên hindirî û derveyî gelek bûyer û tiştan di guhê me da kir pistepis.

MERIV BI DÎTINÊ NAS DIKE

Bi her awahî gelek kes, sazî û dezgehên sivîl li hemberî kuştin û talanan xwe kerr û lal kirine. Di nava evqas neheqî û kuştinê de dîsa vegeriyam ser pirtûka John Bergerê ya bi navê “Teşeyên Dîtine.” Li ser berga pirtûke; “Dîtin ji pêşiya axaftinê hatiye. Zarok hêj xeber nadin, bi dîtinê nas dikin.”

Bêguman meriv bi dîtinê nas dike, bi dest lê gerandinê jî hîs dike. Huner meydanek xwe nasîn û têkoşîna çi bi ferdî çi bi civakî be, çeka hêrî xurt e. Me çend hefte berê klîba “Serêkaniyê û Avaşîn” temaşe kir, bi hêza maf û mirovahiyê bi hêmayên xwe yên resen meydanê di nav toz û dûmanê de hişt. Klîb wek cureya “helbesta dîtbarî” gav bi gav di hafizaya me da cîh girt. Dibên dîtin û gotin nabe yek, her hal konut biwêja ji şîre malê “me çi dî çi ne dî” jî kurtasiya demboriya civaka me dide ber çav. Ne cilde gulleyên neheqî û kuştinê li ser gel tê reşandin: Zordestî, talan, destdirêjî, destdayîn, di zindanan de lisan girtin… Bi her alî ve daxwaza ji holê rakirinê hêvî dikin û bi vê helwestê jî tevdigerin. Tiştê ku em tabanının şilf û tazî ye, bi îmgeyên zelal xwe dide xuyakirin, dîtinên me û gotinên wan ne do ne jî îro cilt ba hevûdin. Tevgirtinên wan helwestên wan deşîfre dike.

XWÎN, NEHEQÎ, TALAN…

Çiqas helwestên xwe yên sosret bi gotin û peyvên xwe bi kirasên azadiyê û demokrasiyê vê bipêçin jî problem wek tava rojê diyar e: Ji orte rakirin e. “Teşeya Dîtina” ku serdestan honandiye: Xwîn, neheqî, talan, feqiriyê hêma dike. Li dijî vê helwestên genî îmgeyên ku ciwan afirandine bêşik: Berxwedan, serbilindî, têkoşerî û li ser hêza çanda xwe ya qedîm bilind û mezin bûne. Êrîş hebe bersiv jî heye. Tabana ku dar, çem, gund û bajarên me bi piyên xwe yên qirêj heram bikin lê problem mesken e ku tu serî ditewînî an natewînî. Hin tevger û malbat ji bo çend rojên xwe yên xweş û ji bo îktîdarbûna xwe yên pûç û qels fika fikê bikin jî serkeftin ew ê berxwder û fedakeran bin! Tengasî hebe berfirehî jî ewê were afirandin û were neqişkirin. Bênavber konut neqiş her ku diçe tê dîtin û xwe asê dike li ser hebûne.

Li ser xwendina mîna ewil gelek wext bihûrî. Bêguman di navbera xwendinên ewil û yên dawî de nêrîn, nêzîkatî û femkirin ji hev cuda ne. Mîsal ji pênç salan carek meriv berhemên Xanî bixwîne bi her xwendinê ve xwendevan ew ê xwe bigihîjine cihekê din. Dîtin û wate bi demê re diguhire. Peyv eynî peyv, rêzbûna risteyan weka xwe, wate jî roja ku hatiye nivîsandin wisa ye. Tiştek ku diguhere berhem nîn e, em in. Îmgeya do ji ya îro cuda ye. Wek Berger jî diyar kiriye; “Têkiliya tiştê ku me dîtiye û em dizanin ti car ranaweste.” Zanîn û dîtin ji hevûdin çiqas îstifade bikin jî bi aliyek xwe va jî dijberî hevûdin in. Konut dijberiyek olumlu e, hem estetîka dîtinê ji nû ve radike ser linga û dide pêş hem jî zanînên di nav civakê da şaşîtiyên wek rast deri hesibandin dirust dike. Bi min du teşeya dîtinê heye: Yek tiştên ku dixwazin em bibinin, ya duduyan jî tiştek ku naxwazin em bibînin. Hurbûna me ew ên ku naxwazin em bibînin dîtin e.

Berger di pirtûka xwe de hurgulî ketiye pey tiştên veşartî. Bi her nêrîn û dîtinê da em ê tiştek din bibînin, em zêde neçin dûr va em nekevin nav dîroka nêz û dûr hema li rojaneya xwe em temaşe bikin, tabloyên ku do hatine afirandin îro nêrina wê ji dîtina do cuda ye. Berger, bêguman di “Teşeya Dîtinê” de tiştê ku raxistiyê ortê di bingeha xwe de nêrîn û dîtin ji bo baş bê famkirin ji hev bi hostetî û estetîk ji hev qetandiye.

BERGER ÇI DIGOT?

Îro dîtina me ya li ser pirtûkê û dema ku hatiye weşandin nêrîna xwendekaran bêşik ji hev gelek dûr e û gengaşiyê heq dike. “Teşeya Dîtinê” di 1972an de li BBCyê bernameyek bû. Li ser wênesaziyê ji ceribandinan pêk dihat. Ji ber vê yekê Berger, li ser beşa “komunîkasyon û medya”yê da derî li ser deriyan vekir. Ji jiyanê, hesan, ji rêzê, li ser tiştan û objeyan kodên nedîtî radixe ber çavan. Xwîner hem ji tehma wêjeyê îstîfade dike hem jî bi vegotina nivîskar diherike. Konut her du bûyer ji bo femkirinê û xwe gihiştandina wate wek kilîta mifteyê uslûb. Têkiliya li ser tiştan û nesneyan hatiye eşkerekirin, şahî û kurmê rojaneyî bo hurbûnê qadek vedike, wek derenceyên wate ye. Bi tevlîkirina nivîskar û şîroveya resman heta tu bêjî resen û zelal e, çanda rojevayiyan ew ê ku ji me dur e bi me dide naskirin. Çawa dide naskirin? Bi kîjan metod û pergalê konut serkeftine bi dest xistiye? Bersiva ku min ji pirtûke derxist “jixwebawerbûnê” em hinek din herin pêş û wisa bibêjin: Te tevlî soruna dike. Çîmkî Berger şîroveyên ku solanîstan dikir û ji fembariyê dûr di esasê xwe de “quretiyê” dihewîne, tarûmar kir.

Îdea Rojavayiyan ku digotin me xwe gihiştand enternasyonalê bi rêya John Berger va zêdetir xurt û bi bingeh bû. Yanî çi nivîskar çi rexnegir û helbestkar bi berhemên xwe xwîneran tevlî çandê bike îdea enternasyonalê ewê neke? Bi serwextbûne jî xwe digihijîne çanda cîhanî. Berger li ser gelek mijaran nivîsiye. Mîsal nivîsa wî ya ji çar rûpelan pêk hatiye bi navê “Wêneyên Êşan” de –ez ne şaş bim- li ser medyaya subjektîf, etîkbûna wî û bandora siyasetê wisa anîbû ser ziman; “Meriv hê qala hebûna kirête û rêgaza hêviyê nekiribe behskirina estetîk tewş e.” Berger, çiqas keysê li pergala hov û kedxwar bidîta bi êrîşên dijwar bi ser va diçû. Qirêjiya pergala kapîtalîzmê her tim etki dikir: Kedkar, kedkarên zarok, neheqiyên Rojavayiyan her tim eşkere dikir.

Kin û kurtasî xwedî wijdanek şiyar bû. Li ser penaberan kedkar gelek xebitî, azadiyeke xwezayî diparast. Di sala 1972an de dema Xeleta Booker stand; nîvê perê da Panterên Reş ên ku li ser penaberan kedkaran projeyan ava dikir. “Hebûna kirête û rêgaza hêviyê” dî bû û estetîka ku dixwest ava bike, hêza xwe ji wir digirt: Dîtin. Min di nivîsên xwe yên din de jî diyar kir, ez ê dîsa dubare bikim ku bila her tim bi me re zindî bijî. Çimkî ji bo meşa me ya azadî û serxwebûnê konut wek nan û av e:

HUNERA KURDAN ÇALAKIYEK E

Huner berxwedan e. Yanî hunera gelên bindestan di xizmeta azadiyê û xwebûnê de rola hildigire ser xwe ji ya serdestan cuda ye û gelek dijwar e. Hunera Kurdan çalakiyek e, ewê ku ji me re didin nîşandin yan jî dixwazin tiştên ku bidin nîşandin. Ne cilde bi redkirinê bi valakirina wî jî di nav şerek dijwar da ye. “Di hindir da betalbûna wî, dawiya dojeha wî ye.” Konut hevokê çaxa em vegerînin ser xwe rêya ku li ber me vedibe bi zimanê xwe vegere hindir û ji dojehbûna te dawî bibe. Cegerxwîn bi helbestê xwe hişê netewbûnê xurt û bi hêz kir, neket nav forsê/çalım rasterast xizmeta hişê netewbûne kir. Seyda bi risteyên xwe hem keşfa hişê ku li ser koka xwe rabûye dî hem jî bi zimanê xwe dojehê hindirî rawestandibû, dawî nekiribû. Meriv di helbestên Cegerxwîn de nikare teswîrê bike, meriv bi wî re derdikeve keşfê deşt bi deşt, çiya bi çiya, herêm bi herêm rêya dawî dike. Meseleya Seyda şikandina zincîr û astengiyên serdestan û beyefendisi rawestandin berdewamiya pêşketinê bû.

Berger “dîtina” saf û zelal ji jêr ber bi jor va bir û hunera cîhanê bi xerc û keda xwe dewlemend kir. “Dîmen notr, bêalî, tiştek beredayî nîn e, berevajiya dîtbariyê îdeolojîk e,” dibêje John. Nivîskare Emerikî û şoreşger Susan Sontag der heqe Berger de wisa dibêje; “Ez heyranê pirtûkên John Berger im. Ew tenê tişte êceb, di heman demê de tişte taybet dinivîse. (…) Dibe ku qasî Lawrenceyê helbestkarek xurt nebe lê behtir jîr e, bi esil e. Hunermendekî bêhempa û ramangêr e.” Em nivîsê bi çend risteyên Berger bi dawî bikin:

Ji bo rojek din jî em zindî bimînin
her şeveq
hewce ye ku em bigerin û bivinîn hewrikan

çaxê şiyar bûyî di nav qanûniya beyabanê da
hay jê tabanı ku heq, hiqûq tune ye.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

istanbul evden eve nakliyat
soğanlık evden eve nakliyat
ümraniye eşya depolama
Başa dön tuşu